Hikumeta Lubnanê karên leşkerî yên Hîzbûllahê hemû qedexe kir

Li ser bombardûmana giran a Îsraîlê ya piştî êrişa bi roketan a Hîzbûllahê ya li ser Îsraîlê, hikumeta Lubnanê biryar da ku karên leşkerî yên Hîzbûllahê hemû qedexe bike.

Piştî civîna bi saetan a Desteya Wezîran a Lubnanê ya li Qesra Serokkomariyê hate ragihandin ku karên leşkerî yên Hîzbûllahê û her cûre êrişên ji ser xaka Lubnanê bêne kirin "Bi temamî hatine qedexekirin." Hikumetê diyar kir ku biryara şer û aştiyê tenê di destê erka dewletê de ye.

Serokwezîr Nevvaf Selam piştî civînê daxuyaniyekk da û got, "Divê Hîzbûllah çekên xwe yên neqanûnî radest bike û weke partiyeke siyasî bimîne."

Selam anî ziman ku wî ferman daye hêzên ewlekariyê ku çalakiyên leşkerî yên rêxistinê asteng bikin û yên vê yekê binpê dikin jî binçav bikin û got, plana artêşê ya ji bo bêçekkirina hemû komên çekdar divê bi hemû derfetan dewam bike.